Nîsan 27, 2022 21:16 Asia/Tehran
  • Helbûsî bi Elî Şemxanî re civiya

Serokê Parlamentoya Iraqê bi Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Muhemed Helbûsî serokê parlemana Iraqê ku îro Çarşemê di serokatiya şandeke parlemanî de gihîşte Têhranê, bi Elî Şemxanî sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê re li nivîsgeha lvê konseyê hevdîtin pêk anî. 

Helbûsî herwiha îro bi serokê Komara Îslamî, seyd Îbrahîm Reîsî re,  li Wezareta Karên Derve bi Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî re û bi serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Muhemed Baqir Qalîbaf re hevdîtin pêk anîn û bi wan re ser pêwendiyên du welatan û rewşa navçê û navneteweyî gotûbêj kir.

Serepeyv