Nîsan 27, 2022 19:52 Asia/Tehran
  • Reîsî: Parlemana nû ya Iraqê roleke bi bandor di zêdekirina hevgirtin û hevkariya Tehran-Bexdayê de heye

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Meclisa nû ya Iraqê dikare wek berê di warê aborî û civakî û pêkvejiyana Îran û Iraqê de roleke bibandor bilîze.

Serokê Parlamenta Iraqê Mihemed Helbûsî îro danê sibê di serokatiya şandekê de gihîşt Tehranê.

Li gorî rapora IRNA`yê; Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî piştî nîvroya îro çarşemê li hevdîtina digel Mihemed Helbûsî serokê parlemana Iraqê, amaje bi dostanî û cînartiya şend hezar saliya Îran û Iraqê kir û got: Her du welat îradeyeke cidî ji bo geşepêdana giştalî ya peywendiyan hene û tu faktorek nikare têkiliyên kûr û dostane yên her du neteweyên Îran û Iraqê têk bibe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi diyarkirina kêfxweşiya xwe derbarê asta baş ya peywendiyên navbera parlemanên Îran û Iraqê, destnîşan kir: Parlemana Iraqê dikare bibe cihek ji bo berfirehkirina hevkariyên parlemanî di navberai welatên cîran û navçeyê de û Komara Îslamî ya Îranê dê di vî warî de her alîkarîyekê bike.

Rêîsî pîrozbahî li Helbûsî kir ji ber ku dubare wek Serokê Parlamentoya Iraqê hatiye hilbijartin û got: Hêvîdar im endamên parlamentoya Iraqê bi têgihîştin û hevdiliyê di zûtirên dem de serokomar û serokwezîr û desteya wezîran hilbijêre da ku ev rewş bibe alîkarê çareserkirina pirsgirêkên curbicur ên gelên Iraqê û hemû pêkhateyên wê û ji aliyê din ve bibe sedem ku têkiliyên Iraqê di gişt waran de bi welatên cînar re bi taybet bi Îranê re berfire û geştir bibin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, hevgirtin û yekitîya tevger û etnîkên curbicur li Iraqê mifteya serkeftina vî welatî da zanîn û got: çêkirina valahiyê di navbera ol û etnîkan an di nava ol û etnîkî de, dê bibe sedem ku dijmin bikevin hundir û berjewendîyên welatan bike qurbanî. 

Reîsî got: Hêvîdarim parlamentoya Iraqê yasayên pêwîst derbixe bo rêgirtin li pêkhatina faktorên ku ewlehiya cîranan tehdîd dikin û aramiya navçeyê têk dibin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî tekezî li ser berdewamî û bihêzkirina peywendiyên dostane di navbera her du neteweyan û her du welatan de kir û got: "Her du welatan salên dijwar derbas kirine û divê bi hev re kar bikin ji bo avakirina pêwendiyeke cuda û ji boberjiwendî û pêşeroja miletên xwe."

Serepeyv