Nîsan 27, 2022 18:27 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Qalîbaf li ser vekirina rêyên bejayî yên Iraqê di heyamê Erbeyîna Huseynî de

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Daxwaza herî girîng a gelê Îranê ew e ku di heyama Erbeyîna Huseynî de rêyên bejayî yên ber bi Iraqê ve bên vekirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, “Mihemed Baqir Qalîbaf” serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê (îro) piştî hevdîtina bi “Mihemed Helbûsî” serokê meclisa Iraqê, li civîneke çapemeniyê ya hevpar got: Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê di meclisa 11`an û hikûmeta 13`an de, pêşxistina peywendiyên bi welatan re, bi giringîdana welatên cîran û navçê ye û em pir hez dikin têkiliyên me yên kûr ên aborî, siyasî û çandî bi welatên hanê re hebin, xasma en li ser hevkariya di warê jîngehê de pir pêgiriyê dikin.

 Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê tekez kir: Netew, hikûmet û meclisa Îranê dê ji hikûmet û parlamenta Iraqê piştevaniya pêwîst bike.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku peywendiyên dualî yên bihêz ên Îran û Iraqê li navçe û cîhanê bi bandor in, destnîşan kir: Divê em li ser asta parlemanî ya du welatan, parzemîna Asyayê û asta parlemanên cîhanê gav bavêjin.

Serokê Meclisa Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî jî bal kişande ser dostanî û biratiya mayinde ya di navbera her du welatên cîran de û got: Hêvîdar im bi xurtkirina peywendiyan, em karibin astengiyên li pêşiya pêşketin û pêşxistina peywendiyên du dewletan ji holê rakin.  Ji ber ku pêşxistina peywendiyan dê di berjewendiya neteweya her du welatan de bibe.

Helbûsî  diyar kir ku îstiqrara Îranê bandoreke erênî li Iraq û herêmê dike û di dewamê de got: Li Iraqê em hewl didin pirsgirêkên herêmê bi rêya dîplomasiya wekaletê çareser bikin û em dizanin ku kêşeyên di navbera cîranên me de dê bi diyalog û jihevtêgihiştinê ve çareser bibe, bi yeqîn gelek ji wan pirsgirêkan pêwîstî bi gotûbêj û şêwirê heye.

Serokê meclisa nûnerên Iraqê bi bîr xist: rêzgirtina ji serweriya welatan, cîrantiya baş û parastina mafên hevwelatiyan divê bibin prensîbên peywendiyên di navbera welatan de û ji bo baştirkirin û divê ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera welatên navçeyê de hewlên zêde bên dayîn."

Helbûsî destnîşan kir ku divê astengiyên li pêşiya peywendiyên aborî û civakî yên parlamenî bên rakirin û ji bo baştirkirina pêwendiyan her karek divê were kirin ev kar ji danîna qanûnan heta biryara parlamentan digire ber xwe.

Serepeyv