Nîsan 27, 2022 12:20 Asia/Tehran
  • Serokê Parlamenta Iraqê dê bi  Emîr-Ebdullahiyan re bicive

Serokê Parlamenta Iraqê dê bi Wezîrê Derve yê Îranê re bicive.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed El-Hebûsî serokê meclisa niştimanî ya Iraqê dê îro çarşemê li wezareta karên derve bi Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê re bicive.

Serokê Parlamenta Iraqê Muhemed Helbûsî îro danê sibê bi serokatiya şandekê hate Tehranê û ji aliyê Elî Nikzad Cîgirê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî hate pêşwazîkirin.

Muhemed Helbûsî di sala 2018an de cara yekem serdana Îranê kir û îro jî dê bo cara duyemîn bi berpirsên pilebilind ên Îranê re bicive.

Helbûsî di serdana yek rojî de bi serokkomar û serokê Meclîsa Şûraya Îslamî, Wezîrê Karên Derve û Sekreterê Lijneya Bilind a Ewlehiya Neteweyî re dicive.

Serepeyv