Nîsan 27, 2022 12:05 Asia/Tehran
  • Serokê Parlamenta Iraqê bi Qalîbaf re dicive

Serokê Parlamenta Iraqê piştî gehiştina Tehranê bi Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê re hevdîtin kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed Helbûsî serokê meclisa Iraqê îro çarşemiyê li Têhranê bi Muhemed Baqir Qalîbaf serokê meclisa şêwra Îslamî ya Iraqê re hevdîtin kir.

Serokê Parlamenta Iraqê Muhemed Helbûsî îro danê sibê bi serokatiya şandekê hate Tehranê û ji aliyê Elî Nikzad Cîgirê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî hate pêşwazîkirin.

Muhemed Helbûsî di sala 2018an de cara yekem serdana Îranê kir û îro jî dê bo cara duyemîn bi berpirsên pilebilind ên Îranê re bicive.

Helbûsî di serdana yek rojî de wê bi serokkomar û serokê Meclîsa Şûraya Îslamî, Wezîrê Karên Derve û Sekreterê Lijneya Bilind a Ewlehiya Neteweyî re bicive.

Serepeyv