Nîsan 24, 2022 22:47 Asia/Tehran
  • Piştî 26 mehan, mirina rojane ya nexweşên Koronayê li Îranê daketiye kêmtirî 15 kesan

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 13 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 975 kesan.

Îro, piştî 26 mehan, mirina rojane ya nexweşên Covid-19 daketiye kêmtirî 15an.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Yekşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 528 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt derket 7 milyon û 216 hezar û 40 kesan.

Li gorî vê raporê heta niha 6 milyon û 966 hezar û 954 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 31 hezar û 225 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatine derzîkirin.

Heta niha 64 milyon û 266 hezar û 837 kesan doza yekem, 57 milyon û 461 hezar û 194 kesan doza duyem û 26 milyon û 903 hezar û 884 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksênên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 148 milyonan. 631 hezar û 915 dozan.

Serepeyv