Nîsan 22, 2022 23:19 Asia/Tehran
  • Şeva qedirê û şehadeta Îmamê yekem ê şîeyên cîhanê

Îşev, şeva 21`ê meha pîroz a Remezanê, duyemîn şeva ji şevên qedrê ye û xelkê seranserê Îranê bi amadebûna li mizgeft û cihên din ên mezhebî, rê û resma şeva qedirê li dar dixin.

Sibê Şemê, 21`ê meha Remezanê ya sala 1443`an a koça heyvî, beranberî 23`ê Nîsana 2022`an, salvegera şehadeta hezretê Îmam Elî (s), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ye.

Serê sibeya 19`ê meha pîroz a Remezanê, li halekê ku hezretê îmam Elî (s), îmamê yekem ê şîeyan, nimêja xwe ya sibeyê li mizgefta Kûfeyê dikir, Ibnê Mulcemê Muradî, ji koma Xewaric, şûrê xwe yê bi jehrverdayî li ser serê wî hezretî xist.

Îmamê yekem ê şîeyan, piştî ku derbe lê ket, li malê kete nav nivînan û du rojan piştî vê yekê yanê roja 21`ê meha pîroz a Remezanê şehîd bû. Şevên 19, 21 û 23`ê meha pîroz a Remezanê, şevên qedrê ne û misilman bi hişyarbûna di van şevan de, Qurana pîroz datînin ser serê xwe û mijûlî dua kirinê dibin û duayên wekî Coşenê Kebîr dixwînin û  bi Xwedayê xwe re diaxivin.

Şeva qedrê, şevek e ku li hemû salê de tu şevek wekê wê nîne û ebadetkirina di vê şevê de û kiryarên qenc di vê şevê de baştir ji wan ebadet û qenciyan e ku mirov li mideha hezar mehan dike û ecret û sewaba wan ji yên hezar mehî baştir e û di vê şevê de qeder û çarenivîsa salekê ya mirov diyar dibe.

Xelkê mumin ê Îrana îslamî, li şevên qedrê bi amadebûna li mizgeft û cihên din ên mezhebî bi taybet li bargeha paqij a Îmam Riza (s), îmamê heştan a şîeyan li bajarê Meşhedê li bakûrê rojhilatê Îranê, mizgefta Cemkeranê û bargeha paqij a Hezreta Mesûme (s) li Qumê (başûrê Têhranê), rê û risma şeva qedrê cih tînin.

Radiyo û têlêvîyona Komara Îslamiya Îranê, gihîştina salroja şehadeta îmamê yekem ê şîeyên cîhanê, sersaxî dibêje hemû misilmana û azadîxwezên cîhanê û ji Xwedê teala qebûlbûna ebadet û rojî û nimêja wan dixwaze.

Serepeyv