Nîsan 22, 2022 22:29 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê Demî yê Nimêja Îniyê ya Tehranê: Meşa Roja Qudsê dijminan hêrs dike

Pêşnimêjê demkî yê nimêja Îniyê ya Têhranê, bal kişand ser pêwîstiya beşdariya gelê Îranê di meşa roja Qudsê de û got: Meşa roja Qudsê dê dijminan hêrs bike.

Ayetullah "Seyid Ehmed Xatemî" Pêşnimêjê Înê yê Tehranê li bereberê roja cîhanî ya Qudsê û meşa bi rûmet a vê rojê, got: Hefteya bê yekem meşa roja Qudsê ye ku piştî du salan ji girtina wê ji ber pandemiya koronayê tê lidarxistin, bê şik beşdariya di vê meşê de gavek e ku Xwedê teala dilxweş dike.
Pêşnimêjê înê ya Tehranê got: Her pêngavek ku dijminan bi hêrs bike karekî dadmendane û qenc e û pêngavên meşa Roja Cîhanî ya Qudsê xwedî girîngiyeke taybet e û got: Siyonîzmîkirina Mizgefta Eqsayê û derxistina filistîniyan ji qibleya yekem a misilmanên cîhanê û cihgîrkirina siyonîstên niştecihênbajarokên siyonîstî,  komployeke mezin e û di roja cîhanî ya Qudsê de divê silogana mirin ji bo Îsraîlê bê gotin û bi vî awyî li dijî dagirkeriyê mirov divê dengê xwe bilind bike.

Ayetullah Xatemî destnîşan kir: Rêjîma Siyonîst hêvî dikir ku bi lihevkirina hin welatên erebî yên navçê, aramî li navçên dagirbûyî pêk were, lê filistîniyan bi operasyonên şehadetxwazî komployên Rejîma Siyonîst pûç kirin.
Pêşnimêjê nimêja Îniyê ya Têhranê her wiha amaje bi reftarên hovane yên heqareta li Quranê li Swêdê û piştgiriya polîs û hikûmeta Swêdê ji vê reftara hovane û cahilane bi hinceta azadiya gotinê kir û got: Heqaretkirina li muqeddesatên 2 milyar Mislimanan ne azadiya derbirînê ye û berdewamiya van kiryarên hovane li zirara hikûmetên Ewropayê ye.  
Pêşnimêjê nimêja Îniyê li bara pêşhatên vê dawiyê yên Efxanistanê jî got: Teqînên terorîstî li vî welatî bi êş in û erkê dewleta demkî ya Talîbanê ye ku ewlehiya welatiyên vî welatî dabîn bike.

Serepeyv