Nîsan 21, 2022 10:10 Asia/Tehran
  •  Gelê Îranê yekem şeva Qedirê heta berbanga sibê hişyar ma

Merasima hişyarmayîna yekemîn şev ji şevên bi xêr ên Qedirê bi berçavgirtina protokolên paqijiyê ji bo pêşîgirtin li Vîrûsa Koronayê li seranserî Îrana Îslamî hat lidarxistin.

Hogirên îmamet û welayetê, êvara Çarşemiyê, di nozdehemîn şeva meha pîroz a Remezanê wek Şeva Qedirê ya yekem, li mizgeft, tekiye, huseyniye, cihwarên pîroz û mezhebî li seranserî Îranê, bi kombûn û xwendina quranê heta berbanga sibê, bi gotina El-Xews, duaya Cewşena Kebîr û navên E'zem ên Xwedê bi lêv kirin.

Şevên nozdeh, bîst û yek û bîsst û sêyê meha pîroz a Remezanê wek Şevên Qedirê tên zanîn.

Şeva Qedirê şevek e ku tu şeveke salê bi xêr û bereketa wê nîne û her kiryarek di wê şevê da bi qasî kiryara di hezar mehî da ye û tê da qedera mirovî ya sala bê tê nivîsîn.

Berbanga nozdehê meha pîroz a Remezzana sala 40î ya Koça Heyvî, Ibni Mulcemê Miradî ji Koma Xewaricê (Koma Rêderketiyan) di halekî da ku hezretê Elî (S) nimêja sibê dixwend, şûra xwe ya bijehr li serê wî yê pîroz xist.

Hezretê Îmam Elî (S) piştî ku zerbeya şûrê lê ket, li mala xwe hat razandin û du rojan piştra yanî di roja bîst û yekê meha pîroz a Remezanê şehîd bû.

 

Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê, daxwaza qebûlbûna îbadetên hemû misilmanan di meha pîroz a Remezanê nemaze di şevên Qedirê ji Xwedayê mezin dike.

 

 

 

Serepeyv