Nîsan 19, 2022 22:39 Asia/Tehran
  • Li Îranê 23 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest da

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 23 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 877 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Sêşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê hezar û 820 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku 246 nexweş ji wan rakirin nexweşxanan; Bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt derket 7 milyon û 210 hezar û 788 kesan.

Li gorî vê raporê heta niha 6 milyon û 652 hezar û 7 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine

Li seranserê cîhanê heta niha 6 milyon û 225 hezar û 242 kes ji ber Coronavîrusê mirine.

Korona xwediyê çar mutasyonên genetîkî yên xeternak e, di nav de alpha, beta, gamma û delta û Omicron guhertoya herî dawî ya vê vîrusê ye.

Serepeyv