Nîsan 17, 2022 16:36 Asia/Tehran
  • Baqirî Kenî: Dijmin bi fêlbaziyê nekarî cidatiyê bêxe navbera siyaseta derve û siyaseta berevaniyê ya welêt

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişande ser wê yekê ku siyaseta derve û sîyaseta berevaniya welêt temamker û hevrêyên hev û pêgirî kir: Me fêlbaziya dijmin a çêkirina cidatiyê di navbera siyaseta derve û siyaete parastinê de bi berxwedaniya li gor tedbîr û zîrekîtiya rêbertiyê Inqilabê pûç kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, “Elî Baqirî Kenî” alîkarê siyasî yê wezareta karên derve ya Îranê, îro (Yekşem) bi helkefta roja artêşê li pêşberî fermandar û berpirsên rêxistina bawermendî û siyasî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Ser û berî û dîsîplîna ku ji gotara berxwedanê derdikeve istiqrar û ewlehiya mayînde, berfireh û dînamîk diafirîne û ewlekariya mayînde ya herêmê maye ser redkirina eşkere, zelal û bê şert û merc a êrîş û dagirkeriyê.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê jî got: Ger dewletên rojavayî terorîstên xwînmij bi "mentiq çekan" şandin şerê çand û şaristaniya mirovatiyê û di nav gelên herêmê de El Qaîde û DAIŞ xistin dor canê gelan, lê berxwedan bi "çeka mantiqê" û avêtina pêngavê di riya naskirina nasnama mirovan û şaristaniyetsaziya neteweyan serdestiya xwe ji bo serêxwegirtina  “pêşkeftina di bin siya ewlehiyê de” di pratîkê de îsbat dike

.Baqirî Kenî her wiha li bara encamên hin peywendiyên tawîzkarane yên welatên navçê û Rêjîma Siyonîst hişyarî da.

Serepeyv