Nîsan 16, 2022 18:51 Asia/Tehran
  • Meşa îqtidar û ewlehiyê ya Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li Deryaya Xezerê hat lidarxistin

Meşa îqtidar û ewlehiyê ya Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi boneya Roja Artêşê li Bendera Enzeliyê, li perava Deryaya Xezerê hat lidarxistin.

29ê Ferwerdîna her sal fermana dîrokî, hişyarana û dûrbînane ya hezretê Îmam Xumeynî (Re) ya diyarkirina Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi bîr tîne.

Naxoda yekem Hemîdreza Seadet Fermandarê Navgana Bakûr a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Bi boneya 29ê Ferwerdînê, Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, meşa yekîneyên ser avê yên Hêza Deryayî û helîkopterên Hêza Deryayî li navçeya çarem a deryayî ya Îmam Reza (S) ya Bendera Enzeliyê hat lidarxistin.

 

Serepeyv