Nîsan 16, 2022 16:06 Asia/Tehran
  • Tekeziya Muxbir ser berfirehkirina hevkariyên dualî yên Îran û Sûriyê

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekezî li ser berfirehkirina hevkariyên dualî yên Îran û Sûriyê kir.

Roja 17ê Nîsanê salvegera derketina dawîn leşkerê fransî ji Sûriyê û roja Serxwebûna vî welatî ye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Muhemed Muxbir, Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê bi şandina peyamekê bo Husên Ernûs serokwezîrê Sûriyê, hatina Roja Neteweyî ya vî welatî pîroz kir.

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Ez hêvîdar im ku pêwendiyên dualî zêdetir ji berê xurt bibin û bi saya hevkariyên dualî, aştî û aramî li welatên îslamî û navçeyê berfireh bibe.

 

Serepeyv