Nîsan 16, 2022 11:20 Asia/Tehran
  •  Balyozê berê yê Îranê li Iraqê: Nabe ku ewlehiya Îranê bikeve ber gefê

Balyozê berê yê Îranê li Iraqê derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê li ser navenda stratejîk a siyonîstan li Hewlêrê, got: Min di hevdîtina di gel berpirsê Wezareta derve ya Iraqê ev yek şirove kir û min got ku hakimiyeta Iraqê bo me girîng e, lê nabe ku ewlehiya Îranê bikeve ber xeterê.

Îrec Mescidî, Balyozê berê yê Îranê li Iraqê di beşeke gotûbêja xwe di gel kanala El-Şerqiyeyê da wek bersiva bo pirsekê derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê li ser navenda Stratejîk a siyonîstan li Hewlêrê, got:

Min di hevdîtina di gel berpirsê Wezareta derve ya Iraqê ev yek şirove kir û min got ku hakimiyeta Iraqê bo me girîng e, lê nabe ku ewlehiya Îranê bikeve ber xeterê. Hûn divê nîgeraniyên Komara Îslamî ya Îranê ji nav bibin, nabe ku ji aliyekî va dost bin û ji aliyê din va hin pêngav bên rakirin ku ewlehiya Îranê bikeve ber xeterê.

Balyozê berê yê Îranê li Iraqê di bersiva vê pirsê da ku gelo baştir nebû ku di destpêkê da dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê haydar bikin, got: Me bi caran ew hişyar kirin, ji ber ku em naxwazin ku mesele veguhere pevçûnê.

 

Serepeyv