Nîsan 15, 2022 09:11 Asia/Tehran
  • Xayîbî: Ajans bi tu awayî nikare zanyariyên hafîzeya kamerayên sazkirî li Netenzê bi dest naxe

Sergêrê Nûnertiya hertimî ya Îranê li cem rêxistinên navneteweyî li Viyenê destnîşan kir: Ajans bi tu awayî nikare zanyariyên hafîzeya kamerayên sazkirî li Netenzê bi dest naxe.

Çavkaniyên medyayî ji zarê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bi weşandina hin raporan îdia kir ku vê saziyê kamerayên çavdêriyê li binkeyên Îranê yên li Netenzê saz kirine.

Lê Muhemedreza Xayîbî, Sergêrê Nûnertiya hertimî ya Îranê li cem rêxistinên navneteweyî li Viyenê ragihand ku Ajans bi tu awayî nikare zanyariyên hafîzeya kamerayên sazkirî li navenda berhemanîna santrîfiyojan a Netenzê bi dest bixe û heta wê demê ku Îran careke din venegere cihanîna Lihevkirina Navokî, zanyariyên têkildar dê nekevin ber destê Ajansê.

Xayîbî her wiha got: Ev raporeke birojkirina teknîkî ya Rafaêl Grosî rêveberê giştî yê Ajansê di warê çavdêriya li ser cihanîna Lihevkirina Navokî li gorî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ye ku dawîn alûgor û zanyariyên teknîkî yên nû têkildarî çalakiyên navokî yên Îranê radigihîne endamên vê saziyê.

 

Serepeyv