Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: ِDi 24 saetên borî de bi mirina 33 nexweşên din ên vîrusa koronayê (Covid-19), hejmara miriyan bi vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 744 kesan.
Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand: Ji duh heta îro (14ê Nîsana 2022) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 2 hezar û 194 nexweşên nû bi Covid-19ê ketine ku bi vê hejmara nû ya pêketiyên Koronayê hejmara gişt nexweşên Covîd-19ê li welêt gihîşt 7 milyon û 202 hezar û 55 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Îranê di vê daxuyaniyê de zêde kir: heta niha 6 milyon û 934 hezar û 664 nexweş baş bûne yan jî ji nexweşxanan hatine derxistin.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şeva borî 129 hezar û 237 dozên vaksîna Koronayê li welêt hatine derzîkirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand: Heta niha 64 milyon û 157 hezar û 388 kesan doza yekem, 57 milyon û 298 hezar û 369 kesan doza duyem û 26 milyon û 686 hezar û 697 kes jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û li ser hev vakînên koronayê ku li Îranê hatine lêdan digihêje 142 hezar û 454 dozî.