Nîsan 14, 2022 22:58 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Reîsî li ser hewcedariya hêsankirina rêwîtiya bo cihên ziyaretê

Serokê Komara Islamî ya Îranê li meclisa bilind a hec û ziyaretê pêgirî kir: Dezgehên peywendîdar divê zemîna sefera hesan a ziyaretkir û heciyan bo cihên ziyaretê li derveyî welat û hundirê welêt dabîn bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, "Seyd Îbrahîm Reîsî" Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro (Pêncşem) li vê hevdîtinê, hêsankirina geştên ziyaret û hecê karekî pir girîng nirxand û amaje bi bandor û bereketên van geştên manewî kir û got : Rêxistina Hec û ziyaretê bi hevkariya wezaretan şert û mercên guncaw ji bo sefera ziyaretkir û heciyan a hêsan û erzan bo cihên ziyaretê, bi taybetî heremên pîroz ên li Iraq û Sûriyê bi rêya hewayî û bejayî dabîn dikin.

Reîsî her wiha tekezî li ser vekirina sînorên bejayî yên bi Iraqêkir û ew pêwîst da zanîn.

Serokomar her wiha bi armanca kêmkirina bihayan û hêsankirina geştên ziyaretî li Wezareta Rê û Bajarvaniyê û Rêxistina Firokevaniya Niştimaniya Îranê, ferman da Rêxistina Hec û Ziyaretê ku karê kirêkirina firokeyên seferê bo Atbatê were spartin.

Di vê civînê de bi fermana serokomar biryar hat dayîn ku li gorî derfeta mayinde heta dema hecê, rêkarên pêwîst ji bo pêkanîna van merasimên olî ji aliyê dezgehên hikûmetê ve bên dabînkirin û pêwîstiyên di vî warî de bên dabînkirin. .

Civîna Civata Bilind a Hec û Ziyaretê piştî 8 salan bi serpereştiya Serokomar hat lidarxistin û di civînê de tekezî li ser hêsankarî û erzankirina geştên geştiyaran bo cihên ziyaretê yên li derve û hundir hat kirin.

Serepeyv