Serokomarê Îranê li hevdîtina Wezîrê Derve yê Iraqê: Tehran Iraqeke bihêz, birûmet û yekgirtî dixwaze
Serokê Komara Islamî ya Îranê li hevdîtina tev wezîrê karên derve yê Iraqê, pêgirî kir: Îran Iraqeke bihêz, bi rûmet û yekgirtî dixwaze.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomariya Îranê, serokomarê Îranê Seyîd Îbrahîm Reîsî îro pêncşemê li hevdîtina tev Fûad Husên wezîrê karên derve yê Iraqê, bal kişand ser hevpariyên olî, dîrokî û çandî yên di navbera her du miletan de û got: Têkiliyên du welatan seratir ji pêwendiyê asayî yên cînartiyê ne û îradeya Îranê ew e ku van têkiliyên biratiyê herî zêde berfire bike.
Serokomarê Îranê destnîşan kir ku ewlehî û berjewendiyên hevpar ên Têhran û Bexdayê hene û got: "Ewlehî û berjewendiyên Tehran û Bexdayê bi hev ve girêdayî ne û dijmin tu carî nikarin vê peywendiyê xera bikin."
Reîsî bal kişande ser wê yekê ku Têhran bi awayekî cidî ji welatên cîran û bi taybetî Iraqê hêvî dike ku rê nedin hebûna aliyên dijî ewlehî û îstiqrara Komara Îslamî ya Îranê, çi li navçeyên bin kontrola dewleta federal û çi jî li navçeyên di bin kontrola Herêma Kurdistanê de û got: Biratiya Îranê bi cîranên xwe re. Di pratîkê de jî îspat bûye û em li bendê ne ku welatên cîran hay ji komployên dijminan hebin.
Reîsî got: Îran ji nêz ve tevgerên Rejîma Siyonîstî dişopîne û hevkarî bi vê rejîma zarokkuj re nayê veşartin û em rê nadin ku bi rêya tu welatekî ji nav wan Iraqê ewlehiya navçê bixin metirsiyê.
Serokomarê Îranê bal kişande ser wê yekê ku DAIŞ ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye avakirin û îro li Efxanistanê li ser navê wan tevdigere û got: Îran bi dehan sal e mêvandariya penaber û koçberên Efxan dike û ew jî wek Îraniyek li Îranê xwedî avantajên jiyanê ne."
Reîsî got: “Divê ewlekariya Iraqê ji aliyê Iraqiyan bi xwe ve were dabînkirin û hebûna biyaniyan li Iraqê ewlehiyê dabîn nake.
Di vê hevdîtinê de Serokê Komara Îslam î ya Îranê herwiha daxwaza bileztir bicîkirina rêya hesinî ya Şelemçe-Besra û hêsankirina hatûçûn û rêzgirtin ji ziyaretkerên Îranê kir û ew di çarçoveya berjewendiyên aborî û civakî yên her du welatan de wesif kir.
Wezîrê karên derve yê Iraqê di vê hevdîtinê de got: Iraq ne tenê xwe cîranê Îranê, belku xwe hevalbend û dostê Îranê dizane.
Fûad Husên diyar kir: Îraq ti carî nabe cihê kiryarên li dijî ewlehiya Îranê û ji bo rêgirtin li her gefekê li ser berjewendiyên Îranê, em ji bo hevkariyên berfireh û di warê ewlehiyê de jî amade ne.