Nîsan 14, 2022 08:09 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Li ser dayîna deynên Îranê yên li ser welatên din lihevkirin pêk hat

Wezîrê karên derve yê Îranê lihevkirina destpêkî li ser dayûna deynênên darayî yên Komara Îslamî ya Îranê ji bankeke biyanî ragihand.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan duh li civîneke çapemeniyê ya hevpar li gel Fûad Husên wezîrê karên derve yê Iraqê li Tehranê ragihand, lihevkirinek li ser dayûna deynênên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser bankeke biyanî pêk hatiye û roja ber viya şandek ji welatên deyndar ji bo şopandina proseya cîbicîkirinê li Tehranê bû û gotûbêj hatin kirin û rêkeftina destpêkê derbarê kengê û çawaniya azadkirina van pereyan hat kirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, bal kişande ser peywendiyên Îran û Iraqê û li ser girîngiya rakirina vîzeya di navbera her du welatan de tekez kir û hêvî xwest ku di paşerojeke nêzîk de ji ber dûrbûna her du welatan ji krîz û şert û mercên giran ên pandemiya vîrusa koronayê, hatûçûna welatiyên du welatan ji riyên bejahî yên ser sînor zêde û berfirehtir bibe.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha amaje bi geşedanên li Efxanistanê jî kir û got: Îran piştevaniya avakirina hikûmeteke berfireh bi beşdariya hemû pêkhateyên Efxanistanê dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha pêşwazî li pêkanîna agirbestê li Yemenê kir û li ser rakirina dorpêça mirovî û gotûbêjên Yemenî-Yemenî tekez kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên jî di vê civîna çapemenî û rojnamevanî ya hevbeş de ragihand, ewlehiya Îran û Iraqê bi hev ve girêdayî ne got: Birayên Îranî li ser hinek mijarên ewlehiyê hin gazind hene û divê bi eşkereyî behsa wan bê kirin û ev pirsgirêk bi dîplomasî û diyalogê bên çareserkirin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê her wiha hêviya xwe diyar kir ku gotûbêjên Îran û Erebistanê ji rewşa gotûbêjên girtî û nehênî derbas bibin û du welatên Îran û Erebistanê bi eşkera bi hev re rûnin û gotûbêj bikin.

Serepeyv