Nîsan 13, 2022 22:21 Asia/Tehran
  • Li Îranê 33 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest da

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: ِDi 24 saetên borî de bi mirina 33 nexweşên din ên vîrusa koronayê (Covid-19), hejmara miriyan bi vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 711 kesan.

Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro çarşemê bi daxuyaniyekê ragihand: Ji duh heta îro (13ê Nîsana 2022) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 2 hezar û 356 nexweşên nû bi Covid-19ê ketine ku ji wan 311 kes rakirin nexweşxanan li wir dane razandinê û bi vê hejmara nû ya pêketiyên Koronayê hejmara gişt nexweşên Covîd-19ê li welêt gihîşt 7 milyon û 199 hezar û 861 kesan.

Hêja ye were gotin ku heya niha hezar û 376 nexweşên bi Covîd-19ê ketine li beşên lênihêrîna kûr û giran ên nexweşxanan tên tedawîkirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Îranê di vê daxuyaniyê de zêde kir: heta niha 6 milyon û 930 hezar û 509 nexweş baş bûne yan jî ji nexweşxanan hatine derxistin.

Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê 6 milyon û 209 hezar û 741 kes  ji ber vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane.

Corona xwediyê çar mutasyonên genetîk ên xeternak e, di nav de alpha, beta, gamma û delta û  ya dawiyê jî Omicron e.

Serepeyv