Nîsan 13, 2022 18:59 Asia/Tehran
  • Civîna Wezîrên Derve yên Îran û Iraqê

Wezîrê karên derve yê Iraqê û wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Têhranê hevdîtinek pêk anîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Fûad Husên wezîrê karên derve yê Iraqê ku li Têhranê ye, roja çarşemiyê bi Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtin pêk anî.

Biryar e piştî civînê wezîrên derve yên Îran û Iraqê di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de bersiva pirsên rojnamevanan bidin.

Qasim El-Erecî, Şêwirmendê Bilind ê Asayîşa Netewî û Ehmed Ebû Rexîf, Berpirsê Îstixbarata Wezareta Navxwe ya Iraqê li vê seferê  bi wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên re serdana Tehranê kirine.

Di nav welatên ereb ên devera rojavayê Asyayê, ji babeta çandî, zimanî, nijadî û mezhebî têkêlî û nêzkatiyên kûr di navbera Iraqê û Îranê hene. Di vê navberê de van salên dawiyê Amerîka pir hewldaye ku têkiliyên navbera Îran û Iraqê aloz û xirab bike û hewldaye bi boykotkirin û dorpêçkirina Îranê hevkariyên aborî û ticarî yên du welatan kêm bike, lê tevî vê yekê danûstandinên ticarî û bazarganî yên du welatan di van salên dawiyê de ne tenê kêm nebûne belkî zêde jî bûne û du welat hewldidin van danûstandinên xwe bigihînin 20 milyar dolarî li salê .

Serepeyv