Vê êvarê: Hevdîtina endamên taxima serokatiyê û serokkomîsiyonên Meclîsê di gel Rêberê Înqilabê
Endamên Taxima Serokatiyê û serokên komîsiyonên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê dê berêvara îro (Sêşemî) di gel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hevdîtin pêk bînin.
Hucet ul-Îslam wel-muslimîn Elîreza Selîmî, endamê taxima serokatiya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di gotûbêja bi IRNAyêra got: Endamên taxima serokatiyê û serokên komîsiyonên Meclîsê dê îro di gel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hevdîtin pêk bînin.
Wî got: Di vê hevdîtinê da ji bilî endamên taxima serokatiyê û serokên komîsiyonên taybet ên Meclîsê, dê komeke rayedarên cihanînê yên welêt jî beşdar bibin.
Selîmî got: Ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê, hevdîtina rayedaran di gel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îsal bi awayê sînordar tê lidarxistin û di civîna îro da hejmareke kêmtir a rayedaran beşdar dibin.