Nîsan 10, 2022 18:36 Asia/Tehran
  • Kemalwendî: Çêkirina santralê navokî pêwîstiyeke girîng a welêt e

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê teqez kir: avakirina santrala etomî pêwîstiya sereke ya welatê me ye.

Di 10ê Nîsanê de, di salvegera teknolojiya nukleerê de, neh destkeftiyên di warên pîşesaziyê, lazer, pergalên kontrol û wênegiriyê, radyoderman û plazmayê de hatin eşkere kirin.

Li gorî rapora Koma Rojnamegerên Ciwan, “Behrûz Kemalwendî” Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê got: Welatên ewropî gihîştine wê rastiyê ku tu riyek ji bo xwe dûrkirina ji avakirina santralên etomî nemaye.

Kamalwandî herwiha fot: Avakirina xeta hilberîna kapsula radyoderman a yod 131 ku di dermankirina kanserên cûrbecûr de tê bikar anîn, karanîna tîrêjên nukleerî ji bo sterilîzekirinê, çaksaziya tov û zêdekirina berxwedana tov li hember kêm-aviyê, bikaranîna tîrêjên gama ji bo hilberandina jehra mêşa hingivê ji bo karanînên pizîşkî her wiha pêşxistina berhemên girêdayî ava giran ji pêşketinên di vî warî de ne.

Kemalwendî herwiha behsa avakirina santrala 360 megawatî ya elektrîkê ya Îranê li Darxovînê kir, ku ji bo bicihanîna erka xwe ya qanûnî, tê plankirin ku 10 hezar megawat hêza atomî berhem bîne û di rojeva Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê de ye.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, Mihemed Îslamî jî got: Çêkirina santrala Darxovîn a 360 megawatt di rojevê de ye ku em li gel reaktorên lêkolînê bikar bînin.

Santrala nukleerî ya Darxovînê ku duyemîn tesîsa navokî ya li welêt e, reaktoreke ava giran e û dê li bajarê Darxovînê ya parêzgeha Xuzistanê were avakirin.

Serepeyv