Peywendiya telefonî ya Emîr-Ebdullahiyan ligel Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî
Wezîrên karên derve yên Îranê û Îmaratê li bara mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî ji nav wan Sûriyê, pêşhatên navçên dagirbûyî û gotûbêjên Viyenê gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve, "Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê, roja şemiyê li peywendiya telefonî ya "Şêx Ebdulah Bin Zayid Al Nehyan" wezîrê karên derve yê Îmaretê (Mîrnişînên Yekgirtî yên Ereb),pê re axivî û hilketina meha Remezanê li hikûmet û miletê Îmaratê pîroz kir û got: Di navbera rayedarên her du welatan de hevdîtin û şêwirên baş hatine çêkirin.
Emîr-Ebdullahiyan, diyar kir ku ti astengî li ser geşepêdana giştalî ya peywendiyên du welatan nîne û got ku aktîvkirina komîteyên peywendiyên dualî li ser mijarên lihevkirî û pevguhertina şandeyan ji bo xurtkirin û berfirehkirina hevkariyên dualî bi bandor e.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha pêşwazî li pêkanîna agirbesta demkî li Yemenê kir û hêvî xwest ku dorpêça mirovî ya Yemenê were rakirin û gotûbêjên siyasî ji hemû aliyan re bên kirin.
Emîr-Ebdullahiyan Rêjîma Siyonîst ji bo hemû welatên navçê wek metirsî da zanîn û bal kişand ser vê yekê ku divê hewl bê dayîn ku bermayiyên qeyransaz û maka krîzan li navçê nemînin.
Wezîrê karên derve yê Îmarata Erebî her wiha hêvî xwest ku peywendiyên kûr û bi kok ên Îran û Îmaratê di sala nû de berfirehtir bibin.
Şêx Ebdulah Bin Zayid Al Nehyan amaje bi berjewendiyên hevpar ên her du welatan li pêşxistina peywendiyên dualî di warên curbicur de kir û daxwaza berfirehkirina hevkariyên hevbeş kir.
Derbarê rewşa nû ya navçê de, wezîrê derve yê Îmarat got: Îmarat rê nade ti çalakiyên sabotaj û provokatîf ji nav axa xwe li dijî welatên cîranên Îmaratê.