Nîsan 07, 2022 10:06 Asia/Tehran
  •  Îran: Nûçeyên hin medyayên biyanî derbarê rapora nû ya ajansê deqîq nînin

Serperestê Nûnertiya hertimî ya Komara Îslamî ya Îranê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê nûçeyên hin medyayên biyanî derbarê rapora herî dawî ya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê derbarê ceribandina rastiya cihanîna Lihevkirina Navokî nedurist, nedeqîq û bi armanc da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Reza Xayîbî, Serperestê Nûnertiya hertimî ya Komara Îslamî ya Îranê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenê êvara Çarşemiyê got: Rapora Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê derbarê ceribandina rastiya cihanîna Lihevkirina Navokî, birojkirina teknîkî di warê çavdêriya li ser cihanîna Lihevkirina Navokî li gorî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ye ku dawîn guhertin û zanyariyên teknîkî têkildarî çalakiyên Îranê ji endamêîn vê rêxistinê ra radigihîne.

 

Xayîbî got: Di rapora Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hatiye ku Îranê roja 4ê Nîsanê ji ajansê ra ragihandiye ku tevahiya makîneyên têkildarî berhemanîna Santrîfiyojê li Kerecê, rojavayêî Tehranê veguhestine Netenzê û hema wê rojê çavdêrên ajansê rastî ceriband ku ew gişt neçalak in.

Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê roja Çarşemiyê bi raporekê îdia kir ku Îranê tevahiya makîneyên berhemanîna tîkeyên santrîfiyojan ji binkeyên Kerecê veguhestine Netenzê.

 

 

Serepeyv