Nîsan 03, 2022 17:37 Asia/Tehran
  • Reîsî: Îran piştevaniya serxwebûn û ewlehiya Iraqê dike

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Komara Islamî ya Îranê ji yekîtî, serxwebûn, ewlehî û pêşvebirina pêgeha navçeyî û navneteweyî ya Iraqê piştgirî dike.

Li gor rapora navenda ragihandinê ya serokomariya Îranê, serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî îro yekşemê li peywendiya telefonî bi serokomarê Iraqê, Berhem Salih re bi helkefta hatina meha Remezanê pîrozbahî li wî kir û ji gelê Iraqê û gişt misilmanên cîhanê re xêr û bereketên zav ên Xwedê teala xwest û got: Her kes dizane ku kêmtirîn bê ewlehî li Iraqê di zerara hemû welatên herêmê de ye.

Reîsî bal kişande ser vê yekê ku pêwendiyên Tehran û Bexda tenê yên cîrantiyê nînin, belkî peywendiyên biratî û xizmatiyê di navbera van du neteweyên cîran de hene û got: Ji bo pêşvebirin û kûrtirkirina têkelî û peywendiyên di navbera her du welatan de pêngavên baş hatine avêtin û Îran di warê berfirehkirina peywendî û hevkariyan bi Iraqê re di warên curbicur gavên zêdetir bavêje." 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser hewildanên ji bo pêkanîna ewlehî û aştîyê li navçê bêyî destêwerdana biyaniyan û got: Derbasbûna demê berheqbûna gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê derbarê vê yekê ku dilê Amerîka bi ti awayî ji bo neteweyên misilman ên navçê bi taybetî Iraqê naşewite, îsbat kir û roja îro ji her kesî re eşkere bûye ku biyanî tenê li berjewendî û desthilatdariya xwe digerin nû difikirin.

Reîsî got: "Her welatekî li herêmê ku ji armancên hegemonîk ên Amerîka û Rejîma Siyonîst îhmal bike û derheq wan xemsar bibe dê hem berjewendiyên miletê xwe bin pê bike û hem jî tûşî hêrsa netewên misilman bê."

Berhem Salih bi pîrozkirina hatina meha Remezanê, bal kişand ser hevkariyên hevpar ên Îran û Iraqê ji bo derbaskirina kêşeyên navçê û got: Damezrandina aramî û ewlehiyê li navçê pir girîng e.

Serokomarê Iraqê girîngiya pêşxistin û geşepêdana peywendiyên bazirganî û aborî di navbera her du welatan de bi bîr xist û got: Potansiyela aborî ya Îran û Iraqê dikare xizmeta berjewendiyên her du welat û neteweyan bike.

Serepeyv