Berdevkê dewleta Îranê: Amerîka dijminê hertimî yê îraniyan e
Berdevkê dewleta Îranê Amerîka wek dijminê zatî yê gelê Îranê da zanîn û got ku Amerîka hertim dijminê gelê vî welatî bûye.
Wezareta xizînedariyê ya Amerîkayê di roja 30ê Adarê da kesek îranî û kompaniyên girêdayî bi wî ji ber alîkariya bo bernameya mûşekî ya Balistîk a Îranê boykot kir.
Elî Behadorî Cehromî, Berdevkê dewleta Îranê wek berteka li hemberî boykotên nû yên Amerîkayê li dijî Îranê û pêşîgirtin li çûyîna stranbêjekî îranî bo Amerîkayê, di twîtekê da nivîsî: "Dewleta Amerîkayê raboriyeke ron û aşkira di binpêkirina rêzik û qanûnên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan heye."
Berdevkê dewleta Îranê her wiha ragihand: Hevdem di gel îdiaya niyeta baş, Amerîkayê bi sepandina boykotên nû û rêgirtin li derbasbûna stranbêjekî îranî bo wî welatî bi behaneyên pûç nîşan da ku di her rewşekê da dijmanatiya vî welatî tev gelê Îranê heye.