Nîsan 01, 2022 20:02 Asia/Tehran
  • Hevdîtin û gotûbêja wezîrên derve yên Îran û Çînê li kêleka civîna wezîrên derve yên cînarên Efxanistanê

Wezîrên derve yên Îran û Çînê li kêleka civîna sêyem a wezîrên derve yên cînarên Efxanistanê derbarê pêwendiya dualî û mijarên herî girîng ên navçeyî û navneteweyî axivîn.

Husên Emîr-Ebdullahiyan û Wang Yî li ser lezandina bidawîanîna projeyên nasandî û dewama şêwirînan derbarê berfirehkirina hevkariyên aborî tekez kir.

Wezîrê derve yê Îranê hevkariya du welatan li rêxistinên navneteweyî û têkoşîna hevpar di gel siyasîkirina mafên mirovan û destwerdana li karên navxweyî yên welatên din ji berûlayên girîng ên pêwendiya du welatan da zanîn.

Wezîrê derve yê Çînê jî tevî sipasiya ji beşdariya aliyê îranî di sêyemîn civîna cînarên Efxanistanê da, hevkarî û şêwirînên nêzik ji bo cihanîna Lihevkirina 25 salî û hevkariya li rêxistinên navneteweyî destnîşan kir.

 

Serepeyv