Nîsan 01, 2022 10:37 Asia/Tehran
  • Îran pêşwazî li sermiyandanerên derveyî ji bo dabînkirina ewlehiya cîhanî ya enêrjiyê dike

Wezîrê Neftê yê Îranê roja Pêncşemiyê got: Dewleta Îranê ji sermiyandanerên navxweyî û derveyî ji bo pêşxistina beşên jorîn ên neft û gzê bi mebesta alîkriya ji bo parastin û baştirkirina ewlehiya raberkirina cîhanî ya enêrjiyê di salên û dehikên bê da ye.

Cewad Ocî, Wezîrê Neftê yê Îranê ev yek piştî civîna 27an a wezîrên welatên endam û ne-endamê ên OPECê bi rêya vîdyo-konferansê di roja 31ê Adara 2022an da anî ziman û got: Hema wisa ku dihat texmînkirin, biryara îro ya OPEC Plus'ê hema bêje weke biryara meha derbasbûyî bû. Bi zêdebûneke biçûk di berhemanîna nefta xav ji reqema 400000 bermîl di rojê da bo 432000 bermîlî bo meha Gulana 2022an.

Wî got: Li gorî raporên Komîteya Teknîkî (JMMC) û her wiha analîza asoya aboriya cîhanî û hêmanên bibandor ên bingehîn di raberkirin û daxwaza cîhanî ya neftê di sala 2022an da, gişt endamên OPEC Plus'ê ji bo zêdekirina berhemanîna nefta xav bi qasî 432 hezar bermîl di rojê da hevnêrîn bûn.

 

Serepeyv