Nîsan 01, 2022 09:51 Asia/Tehran
  • 12ê Ferwerdînê, Roja pêkhatina demokrasiya dînî li Îrana Îslamî

Îro În, 12ê meha Ferwerdînê (1ê Nîsanê) Roja Komara Îslamî, xûyabûna rastî ya vîn û daxwaza gelê mezin ê Îranê di warê serêxwegirtina rûmeta îslamî û kivşkirina çarenûsa welêt bi destê gelê bawermend û şoreşgêr ê Îranê ye.

Piştî serketina birûmet a Înqilaba Îslamî bi rêbertiya Îmam Xumeynî (RE), di 1ê Nîsana 1979an de, giştpirsîna Komara Îslamî li seranserê Îranê hat lidarxistin.

12ê Ferwerdîna sala 1358an a Koçî-Tavî (1ê Nîsana 1979an) tomarkirina rûpeleke zêrîn a din li esmanê têkoşînên serxwebûnxwazî û azadîxwazîyê di dîroka mirovantiyê da ye ku mirov dikare ewê di dîroka hevçerx da bêmînak bizane.

Gelê Îranê di roja ê Nîsana 1979ê da li gorî daxwaza Îmama Xumêynî (RE) bi pişkdarîya bizanebûn di giştpirsîyê de dengê Erê da Komara Îslamî û hema ji destpêkê ve nîşanî dinyayê da ku çarenûsa xwe girtyîe destê xwe.

Di 12ê Ferwerdîna sala 1358aan  de gelê Îranê bi pişkdarîya çarenûssaz di giştpirsîyê de ev yek nîşanî cîhanê da ku serdema destwerdan û biryardayîna bîyanîyan derbarê gelê Îranê de derbas bûye û gelê Îranê bi awayekî xurt dê riya Îmam Xumeynî (RE) ku rêya rizgarbûna ji serdestiya bîyanîyan e, bidomîne.

 

 

Serepeyv