Emîr-Ebdullahiyan: Efxanîstan pêdivî bi hikûmetek niştimanî ya berfireh heye
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li sêyem civîna welatên cîranên Efxanistanê li Tûnşiya Çînê, daxwaza avakirina mekanîzmeke navherêmî li kêleka pêkanîna hikûmeteke niştimanî ya berfireh li Efxanistanê kir.
Sêyemîn civîna welatên cîranên Efxanistanê bi amadebûna wezîrên karên derve û rayedarên welatên Îran, Pakistan, Çîn, Tirkmenistan, Uzbekistan, Rûsiya, Tacîkistan û Qeterê, roja çarşemiyê li bajarê Tûnşiya Çînê dest pê kir û îro pêncşemê bi dawî bû.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê îro (Pêncşemê) li vê hevdîtinê got: Mirov dikare bingeha kêşeyên Efxanistanê bi dagîrkirina demdirêj a vî welatî û siyaseta xelet ya dagirkeran û Amerîkayê ve girê bide.
Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Dagirkirina dem dirêj a Efxanistanê ne tenê alîkariya geşepêdana wê nekir, belkî cûreyek girêdayîbûnê jî çêkiriye ku bi paşvekişîna dagirkeran bûye sedema têkçûna pêkhateyên siyasî û aborî ya Efxanistanê û gelê mezlûm ê vî welatî bibe xisarkarê herî mezin û mexdûrê sereke yê vê rewşê.
Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand ku metirsiya terorîzmê û belavbûna wê li Efxanistanê cidî ye û şopên Amerîkayê di vê diyardeyê bi eşkera dikeve ber çavan û roja îro Amerîka li ser beşdarbûna di jinûveavakirina Efxanîstanê de naaxive û eva di rewşekê de ye ku 20 salên berê ev welat dagir kir û ji bo xelkê wê karek nekir.
Emîr Ebdullahiyan pêşnîyar kir ku mekanîzmeke ewlekarî ya taybet di çarçêwa rêxistinên heyî de yan jî li gel dezgeheke serbixwe ji bo hevahengiya siyaseta dijî terorê ya welatên cîranên Efxanistanê ji bo hêsankarî û birêvebirina kiryarên komî yên welatan û pevguhertina zanyariyan di vî warî de bê avakirin.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Damezrandina sindoqa darayî bi armanca piştgirîkirina gelê Efxanistanê hevdem ligel pêkanîna hikûmeteke niştimanî ya giştgir pêwîstiyek e; Em hêvî dikin ku Desteya Rêvebir di vî warî de gavên pratîkî yên zêdetir bavêje.