Adar 31, 2022 12:14 Asia/Tehran
  • Eٍmîr-Ebdullahiyan bi wezîrên derve yên Endonezya, Turkmenistan û Pakistanê re civiya

Wezîrê karên derve yê Îranê li çarçêweya sêyem civîna welatên cîranên Efxanistanê li Tûnşiya Çînê, bi wezîrên karên derve yên Endonezya, Tirkmenistan û Pakistanê re bi awayekî cuda hevdîtin kir û li ser mijarên berjewendiyên dualî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê duh (çarşemiyê) li kêleka sêyemîn civîna welatên cîranên Efxanistanê li Tûnşiya Çînê, bi Retno Mersûdî wezîrê karên derve yê Endonezyayê re hevdîtin pêk anî û kêfxweşiya xwe ji hevdîtina wî nîşan da û got: Ev ji wan re firsendek mezin û baş e ku piştî civîna rûbirû li New Yorkê dîsa bi hev re rûdinin gotûbêjê dikin.

Emîr-Ebdullahiyan di hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Tirkmenistanê Reşîd Merdov re hlketina Newrozê û ser sala nû ya Rojî li wî û gelê tirkmen pîroz kir û got: Newroza kevnar yek ji reh û kokên dîrokî û şaristanî yên her du welatan e.

Emîr-Ebdullahiyan li hevdîtina digel Şah Mehmûd Qureyşî wezîrê karên derve yê Pakistanê jî li ser giringtirîn pirsgirêk û peywendîyên navçeyî û navneteweyî û peywendîyên her du welatan gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê li kêleka civîna wezîrên karên derve yên welatên cîran ên Efxanistanê bi wezîrên karên derve yên Qeter û Rûsiyê re jî hevdîtin pêk anî.

Wezîrê karên derve yê Komara Îsalamî ya Îranê roja Sêşemê, bi serokatiya şandeke siyasî çû bajarê Tûnşiyê, li parêzgeha Anhuî ya rojhilatê Çînê, da ku beşdarî sêyemîn civîna wezîrên derve yên cînarên Efxanistanê bibe.

Sêyemîn civîna welatên cîranên Efxanistanê îro (pêncşemê) bi beşdariya wezîrên derve û berpirsên welatên Îran, Pakistan, Çîn, Turkmenistan, Uzbekistan, Rûsya, Tacîkistan û Qeterê tê lidarxistin.

Serepeyv