Emîr-Ebdullahiyan: Îran û Çîn tekezî li ser piştevaniya serxwebûn, yekîtiya netewî û mafên gelê Efxanistanê dikin
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê sibeha çarşemiyê gihêşte bajarê Tûnşiyê yê Çînê, cihê lidarxistina sêyemîn civîna welatên cîranên Efxanistanê û li twîttera xwe nivîsî: Îran û Çîn tekezî li ser piştevaniya serxwebûn, yekîtiya netewî û mafên gelê Efxanistanê dikin.
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, bi serokatiya şandeke siyasî ji bo beşdariya li sêyemîn civîna wezîrên karên derve yên welatên cîranê Efxanistanê êvara roja sêşemiyê ber bi bajarê Tûnşî li parêzgeha Anhuiyê li rojhilata Çînê bi rê ket.
Li gorî rapora IRNA`yê, "Emîr-Ebdullahiyan" li ser Twitterê bal kişand ser vê yekê ku Efxanistan hêjayî baldariya zêdetir a civaka navneteweyî ye û got: Îran û Çîn hêvîdar in ku Efxanistanek aram û pêşkeftî bibînin ku bi cîranên xwe re têkeliyeke baş hebe.
Hesen Kazimî Qomî Nûnerê Taybet ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê li karûbarên Efxanistanê, Seyd Resûl Mûsewî alîkarê wezîrê derve û rêvebirê giştî yê başûrê Asiyayê, Riza Zebîb alîkarê wezîrê derve û rêvebirê giştî yê karên rojhilata Asiya û Oqyanûsyayê û alîkarê wezîrê derve û Rêveberê Giştî yê Ewrasyayê li Wezareta karên derve ya Îranê "Elîreza Heqîqiyan" li vê seferê bi “Emîr-Ebdullahiyan” re ne.
Sêyemîn civîna wezîrên karên derve yên welatên cîran ên Efxanistanê, îro çarşemî 30`ê Adarê, bi amadebûna wezîrên karên derve û rayedarên Komara Îslamî ya Îran, Çîn, Pakistan, Tacîkistanê, Turkmenistan, Uzbekistan û Rûsyayê li bajarê Tûnşiyê ji bo heyama 2 rojan tê lidarxistin.