Serokê Komara Îslamî ya Îranê pênc berhemên dermanî yên zanistbingeh nimandin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî serdana Parka Zanist û Teknolojiyê ya Perdîsa Tehranê, pênc berhemên dermanî yên zanistbingeh nimandin.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sala 1401ê wek sala "Berhemanîna zanistbingeh û karsaz" bi nav kiriye.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê di merasima nimandina pênc berhemên dermanî yên zanistbingeh da, pêşxistina aboriya zanistbingeh ji yekemayetên welêt di rêya pêşketin û avedaniyê da zanî û teqezî li ser berfirehkirina vê navendê kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî bibîrxistina teqeziya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ser berfirehkirina berhemanîna zanistbingeh di binavkirina sala 1401ê da, cîgeha Parkên Zanist û Teknolojiyê di serêxwegirtina dirûşmeya salê da girîng zanî.