Reyîsî li ser pêwendiyên zêdetir di gel Namîbiyayê tekez kir
Adar 21, 2022 18:42 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê hêvîdarî kir ku hewildanên hevpar bibin sebeba zêdebûna û berfirehbûna pêwendiyan di gel welatê afrîqî yê Namîbiyayê.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi şandina peyamekê Roja serxwebûna Namîbiyayê pîroz kir û hêvîdarî kir ku pêwwendiyên dualî di hemî warên eleqedar ên du welatan da zêdetir ji berê bibin.
Reyîsî di peyama xwe ya pîrozbahiyê bo Hage Geingobê serokkomarê Namîbiyayê da, hêvîdarî kir ku pêwendiyên du welatan di encama hewildanên hevpar da berfirehtir bibin.