Adar 20, 2022 20:42 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Sedsala 15an, sedsala Îrana Îslamî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyama Newrozê ya sala 1401ê, sedsala 15an a Koça Rojî wek sedsala Îrana Îslamî û serdema rola çalak a gelê Îranê da zanîn.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di peyama xwe ya Newrozê bi boneya destpêka sala 1401ê ya Koça Rojî da, tevî pîrozkirina hatina sala nû, sedsala 15an wek ssedsala Îrana Îslamî da zanîn û got: Di heşt salan şerê sepandî da, rojhilat û rojavayê cîhanê di bereyekê da li hemberî serxwebûnxwaziya Îranê ketin rêzê, lê roja îro ji bo danûstandina di gel Îranê bi hev ra ketine rikeberiyê; Ev mezinahiya gelê mezin ê Îranê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Hevdem di gel gotûbêjê, me hemî şiyana xwe ji bo pûçkirina boykotên zalimane bi kar anî û di eynî pêkanîna gotûbêjê û bikaranîna amûrên siyasî û hiqûqî ji bo rakirina cinayeta boykotan, me bala xwe daye ser pûçkirina boykotan.

Reyîsî tevî amajeya bi vêya ku dewleta îranê bazirganiya di gel welatên cînar li ser xêra gel zêde dike, got: Nîşaneyên pêşketina aborî û zêdebûna berbiçav a bazirganiya derveyî û derfirotina ji bilî neftê ya Îranê di vê heyamê da diyar bûne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî tekeziya li ser vêya ku dewletê bi dîplomasiya çalak siyaseta derveyî hevseng kir, got: Destkeftina herî mezin a welêt di van salan da têkçûna bi rezalet a siyaseta zexta herî pirr a amerîkiyan bûye ku ev têkçûn bi berxwedana gelê Îranê pêk hat.

Reyîsî got: Me nîşan da ku hêza meydanê, li ser xêra hêza dîplomasiyê ye. Dîplomasî dikare di xizmeta tenduristiyê da be. Me pêwendiyên derve xistin xizmeta aboriya civakê û ev heman wateya dewleta guhertinxwaz û dadmihwer e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dawiyê da hêvîdarî kir ku sala nû, sala bidawîhatina Koronayê li seranserî cîhanê û bidawîhatina ceng û awaretiyê di hemî welatên cîhanê da be.

 

Serepeyv