Adar 17, 2022 13:07 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Pêkanîna rêkeftineke mayînde nêzîkatiyeke realîst a Amerîkayê dixwaze

Wezîrê Derve yê Îranê desnîşan kir ku ger hemû xetên me yên sor werin berçavgirtin em ji bo peymana dawîn amade ne û di dewamê de got: Ya ku dikare rêkeftineke baş û mayînde pêk bîne, reftarên realîst ên Amerîkayê û nebûna daxwazên nû û ne rast e.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê û Liz Truss wezîra karên derve ya Brîtanyayê duşemiyê bi şev li ser têlefonê li ser mijarên pêwendîdarê têkiliyên dualî û pêşhatên navneteweyî axivîn.

Emîr-Ebdullahiyan di vê peywendiya telefonî de pêşwazî li vegerandina deynên zêdetir ji çar dehsalan ên Îranê yê li ser Brîtanyayê weke mafê neteweya mezin a Îranê kir û hêvî xwest ku tedbîrên pêbaweriyê rê li ber geşepêdana peywendiyan bigire.

Emîr-Ebdullahiyan tekez kir ku em ji her demê bêhtir nêzîkî xala dawî ya rêkeftinê bûne, lê ya ku dikare rêkeftineke baş û mayînde diyar bike, reftara realîst a Amerîkayê û nebûna daxwazên nû û ne rast e.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: “Eger hemû xetên me yên sor bên berçavgirtin, em ji bo rêkeftina dawîn amade ne.”

Wezîra karên derve ya Brîtanyayê Liz Truss jî kêfxweşiya xwe ji pêşhatên nû li peywendiyên dualî nîşan da û daxwaza berfirehkirina peywendiyên her du welatan kir.

Serepeyv