Adar 16, 2022 14:30 Asia/Tehran
  • Pêşniyara Îranê ya ji bo hevkariya hevpar a di warê jinan de bi Tirkiyê re

Alîkara Serokê Komara Îslamî ya Îranê li karûbarên jinan û malbatê li hevdîtina tev wezîra malbat û xizmetguzariyên civakî yên Tirkiyê pêşniyara hevkariyên hevpar di warê jinan de kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Alîkara serokomarê Îranê bo karûbarên jin û malbatê, Enîsîh Xezelî li çarçêweya 66`emîn civîna Komîsyona Jin û Malbatê li New Yorkê bi Dirya Yanik wezîra karên malbat û xizmetên civakî yên Tirkiyê re hevdîtin pêk anî.

Xezelî amaje bi hevbeşiyên olî, çandî û civakî yên her du welatan kir û got: Komara Îslamî ya Îranê di warên siyasî, zanistî, pizîşkî, werzişî û warên curbicur de, di warê bihêzkirina jinan de serkeftî bûye.

“Ensieh Xezalî” pêşniyara lidarxistina pêşbirkên werzişî û projeyên zanistî yên hevbeş di navbera jinên Îranî û Tirkiyê de kir, ku ji aliyê wezîra Tirkiyeyî ve hat pêşwazîkirin.

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî yên Tirkiyê jî pêşwaziya hevkariyên her du welatan di warê bihêzkirina jinan de kir û got: “Tirkiyê bernameyeke bi vî rengî ji bo bihêzkirina jinan heye û kiryar û çalakiyên hevbeş ên her du welatan di warê jinan de dikarin bandorên erênî li ser tevahiyê navçê hebe.

Roja Duşemî 14ê Adara 2022an piştî navbereke du salî ji ber belavbûna Koronayê, civîna salane ya şêst û şeşemîn a Komîsyona Rewşa Jinan li baregeha Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê hat lidarxistin.

Serepeyv