Adar 16, 2022 12:31 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Eger aliyê Amerîkî rastbîn bibe, emê rêkeftineke baş bi dest bêxin

Wezîrê karên derve yê Îranê li peywendiya telefonî ya digel hevtayê xwe yê Çînî got: "Eger aliyê Amerîkayê rastbîn bibe, emê bi piştevaniya hemû aliyên danûstandinkar li Viyenê rêkeftineke baş, bihêz û mayînde baş bi dest bêxin."

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja telefonî ya digel endamê Konseya Dewletê û wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yî li ser rewşa dawî ya hevdîtinên li Viyenê, nêzîkatiya Çînê avaker nirxand.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişande ser girîngiya peywendiyên Îran û Çînê li ser pêwîstiya geşepêdana giştalî ya peywendiyên dualî û ew yek ji mijarên sereke û pêşîn ên siyaseta derve ya dewleta Îranê da zanîn.

Emîr Ebdullahiyan her wiha amaje bi hevdîtina xwe ya li gel Sergey Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê li Moskoyê kir û got: Li vê hevdîtinê mijarên curbicur hatin gotûbêjkirin û Moskow bi lîstina roleke avaker li ser piştgiriya xwe ji rakirina dorpêçên dijî Komara Îslamî ya Îranê tekez kir.

Emîr Ebdullahiyan amadebûna xwe ji bo beşdariya li sêyemîn civîna wezîrên derve yên welatên cîranên Efxanistanê li Çînê ya li ser vexwandina hevtayê xwe yê Çînê diyar kir . 

Wezîrê karên derve yê Çînê jî amaje bi pêşketin û geşepêdana peywendiyên hevpar ên her du welatan kir û got: Pekîn pêşxistina peywendiyên hevpar bi Komara Îslamî ya Îranê re gelek girîng dibîne û ti sînorek ji bo berfirekirina peywendiyan nîne.

Wang Yi got, "Pekîn piştgirîya bidestxistina lihevkirinê û bidawîbûna hevdîtinên Viyanayê yên ji bo rakirina sizayan dike," û piştgirîya tevahî ya Çînê ji hevdîtinên Viyanayê re nîşan da.

Serepeyv