Têkbirina mezintirîn tora sîxuriyê ya Rejîma Siyonîst li Azerbaycana Rojava
Rêvebirê Giştî yê Îstixbarata (Îtileata) Parêzgeha Azerbaycana Rojavayî ya Îranê ji êrişa serbazên nenas ên Îmam Zeman (e.s) ser mezintirîn tora sîxuriyê ya Rejîma Siyonîst li vê parêzgehê xeber da.
Li gorî rapora Koma Rojnamegerên Ciwan, Rêvebirê Giştî yê Îstixbarata Parêzgeha Azerbaycana rojava got: Me îsal mezintirîn şebekeya sîxuriyê ya Rejîma Siyonîst ku di qonaxên destpêkê yên operasyona xwe de bû, têk bir û ew ji nav birin.
Rêveberê Giştî yê Îstixbarata Parêzgeha Azerbaycana Rojava herwiha got: Qada çalakiyên serbazên nenas ên Îmamê Zeman (e.s) pûçkirina komployên ji berê hatine plankirin û têkbirina komên dijî ewlekarîyê û peydakirin û destnîşankirina sîxur û kesên ku di nav dayire û hêzên welêt de cihgîr dibin û nasandina serkirdeyên wan ên ku ewlehiya welêt û Îslam têk dibin, digire ber xwe .
Rêveberê Giştî yê Îstixbarata Azerbaycana Rojava her wiha got: Parastina ewlehî û berjewendiyên netewî yek ji wan karên pêşîn û serke ye hêzên Çtileatê ye ku divê qet neyê ji bîrkirin, herwiha divê qet derfet ji biyaniyan re çê nebe ku derbe li welêt bêxin.