Xetîbzade: Divê hemû cezayên ku rê li ber sûdwergirtina aborî ya Îranê digirin, bên rakirin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Divê hemû cezayên ku rê li ber qazanca aboriya Îranê digirin bên rakirin û hemû zincîrên aboriya Îranê ji petrol, petrokîmya, pola, avahîsazî û keştiyan bên berdan.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade şeva şemiyê li merasima vekirina bîstemîn kampa perwerdeyê ya Yekîtiya Encumenên Îslamî yên xwendekarên serbixwe yên zanîngehên Îranê li Meşhedê li bakurê rojhilatê Îranê got: Her tiştên ku di mijara Rêkeftina Navokî û hevdîtinên Viyenê de qewimîne di berjewendiya gelê Îranê de ye.
Gera heştem a danûstandinan li ser rakirina sizayan li Viyanayê, ku di 8ê Sibatê de dest pê kiribû, roja Înê dîsa ji bo cara çendan kete heyama bêhnvedanê.
Derbarê şerê Ukraynayê de jî Xetîbzade got: Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî helwêsta Îranê di şerê Rûsya û Ukraynayê de eşkere kir û Wezareta karên derve jî li dûv gotinên Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ragihand: Komara Îranê li dijî şer derdikeve û wî red dike."
Dîplomatê Îranî bal kişande ser vê yekê ku şerê ku îro tê meşandin bi dehsalan ve girêdayî û berfirehbûna NATO-yê ye û got: Şerê aborî, çandî û siyasî berî çend deh salan dest pê kiriye û îro bûye şerekî leşkerî û çareserî jî ne eva ye." vêca divê diyalog dest pê bike û şer bi dawî bibe û rûbirûbûna nukleerî neqewme.
Rûsyayê di van mehên dawî de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.