Adar 13, 2022 00:26 Asia/Tehran
  • Peyama Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bo civîna Yekîtiya Encumenên Îslamî yên Xwendekarên Ewropayê

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî di peyamekê de bo civîna Yekîtiya Encumenên Îslamî yên Xwendekarên Ewropayê, li ser pêwîstiya naskirina eniyên curbicur û bijartina dîtin û helwêst rast û amadebûna ji bo lîstina rola avaker ser xêra Eniya Berheq û Rast tekez kir.

Li gor rapora navenda ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî li peyamekê bo 56`emîn civîna Yekîtiya Encumenên Islamî yên Xwendekarên li Ewrûpayê, bal kişande ser rewşa vê dawiyê ya siyasî û leşkerî û pêşveçûnan û li ser pêwîstiya naskirina eniyên curbicur û bijartina dîtin û helwêst rast û amadebûna ji bo lîstina rola avaker ser xêra Eniya Berheq û Rastîn tekez kir..

Di metna peyama Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî de hatiye: Xwendekarên hêja, bûyerên siyasî û leşkerî yên van rojan beşeke ji heman tewra dîrokî ya cîhanê ye ku dihat pêşbînîkirin û fikirîn.

Hezretê ayetulah Xamineyî di peyama xwe de bal kişande ser vê yekê ku: Elît û bijarteyên miletê me yê mezin di vê qonaxê de, erkên xwe yên taybet hene.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Ev erkê navbirî yê wan e ku bere û rêzbendiyan nas bikin û helbijartina helwêsta rast, berpirsiyariya demkurt û amadetiya ji bo lîstina rola aktîv ji bo geşedanên di berjewendiya Eniya berheq û rast de wezêfeya navêndem a wan e..

Rêberê Inqilabê di peyama xwe de amaje bi vê yekê jî kir: Hûn ciwanên hêja dikarin di her du beşan de bibiriqin û hêviya xwe bi encumenên ku bi navê Mubarek a Îslamê hatine xemilandin geş bikin.

Serepeyv