Adar 12, 2022 23:18 Asia/Tehran
  • Rewançî: Wî daxwaza şermezarkirina Îsraîlê ji ber şehîdkirina şêwirmendên Îranî li Sûriyê kir

Mecîd Text Rewançî, balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, kiryara Rejîma Israîlê di şehîdkirina rawêjkarên Îranê li Sûriyê tawankarî û terorîstî da zanîn û ji civaka cîhanî û Konseya Ewlehiyê xwest ku bi tundî vê kiryara tehrîkker û tawankar şermezar bikin.

Sibeha Duşemî 7ê Adarê, rejîma Israîlî, bi binpêkirina tund a serwerî û yekparçeyiya axa Komara Erebî ya Sûriyê, êrîşeke mûşekî li ser navçeyeke bakurê Şamê kir û di encamê de 2 leşkerên Îranê ku şêwirkariya artêşa Sûriyê li dijî DAIŞê dikirin, şehîd bûn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mecîd Text Rewançî, balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li nameyekê ji sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û serokê niha yê Konseya Ewlehiyê ya NY`yê şehîdkirina şêwirmendên Îranî li Sûriyê ji aliyê rejîma Israîlê ve wek cinayet şermezar kir. û ewkiryarekî terorîstî bi nav kir.Wî ji civaka navneteweyî û Konseya Ewlehiyê xwest ku bi biryardarî vê kiryara tehrîkker û cinayetkarane mehkûm bikin û Rejîma Siyonîstî ji kiryarên neqanûnî yên wê ku metirsiyek cidî li ser aştî û ewlehiya navneteweyî ye, dûr bêxin.

Hêzên şêwirmend ên Îranî li ser daxwaz û vexwandina fermî ya hikûmeta Sûriyê li çûne vî welatî, ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên şêwirmendiyê ji bo alîkariya artêşa Sûriyê di şerê dijî têrorîsmê bi taybetî şerê dijî koma têrorîst a DAIŞê.

Serepeyv