Adar 09, 2022 22:54 Asia/Tehran
  • Serokê desteya danûstandinan ê Îranê vegeriya Viyenê

Serokê desteya danûstandinan ê Îranê ji bo berdewamiya gotûbêjên vegerçna ser Rêkeftina Navokî vegeriya Viyenê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), "Elî Baqirî Kenî" serokê desteya muzakereyên Îranê ku ji bo serdaneke kurt ji bo şêwirîna bi rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê vegeriyabû Têhranê, îro danê sibê dîsa çû Viyenê, da ku gotûbêjan berdewam bike.

Li gor berpirsên Îranî û koma 4+1, danûstandinên vejandina Rêkeftina Navokî gihîştine qonaxa dawî û divê her du alî li ser mijarên mayî biryareke siyasî bidin.

Di çarçoveya gera heştem a hevdîtinên Viyenê yên di navbera Îran û welatên koma 4+1 (Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çîn) û Kordînatorê Yekîtiya Ewropayê de, li Hotêla Coburg a Viyenê, şêwirîn û gotûbêj berdewam dikin.

Serepeyv