Adar 09, 2022 08:52 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna du parêzvanên Heremê di êrîşa mûşekî ya Rejîma Siyonîst li derdora Şamê

Navenda Pêwendiyên Giştî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li daxuyaniyekê derbarê şehîdbûna du parêzvanên egîd ên Heremê li encama êrişa mûşekî ya cinayetkarane ji aliyê Rejîma Siyonîstî li derdora Şamê xeber da.

Rejîma Siyonîst roja Duşemê ji aliyî başûrê Beyrûtê hin deverên derdora Şamê kirin armanca êrişên cinayetkarane ku rastî bersiva berevaniya hewayî ya Sûriyê hat.

Li gor IRNAyê, Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li daxuyaniyekê ragihand ku di encama vê cinayeta rejîma siyonîst du pasdar û parêzvanên Heremê yên bi navê serheng pasdar Îhsan Krbelayîpûr û serhemg pasdar Murteza Seîdnijad şehîd bûn.

Di vê daxûyaniyê de, pîrozbahî û sersaxiya ji ber şehîdbûna van du şehîdên hêja ji bo malbatên wan şehîdan û endamên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî û Mucahidînên di riya Xwedê teala de pîrozbahî hatiye gotin û sersaxiya, hatiye xwestin û pişt re hatiye tekezkirin ku bê şik Rejîma Siyonîst dê cezayê vê cinayeta xwe bibîn û berdêla wê bide.

Balafirên şêr ên rejîma siyonîst dem bi dem ji riya esmanê başûrê Lubnanê an jî esmanê Golana dagirkirî êrişên mûşekî li ser armancên li Sûriyê dikin,  Hêza aştîparêz a NY ya ku li Lubnanê ye, bi caran ragihandiye ku Rêjîma Siyonîst her roj biryarên NY têxe bin lingên xwe û esmanê Lubnanê binpê dike.

Artêşa Siyonîst ji bo piştgiriya ji terorîstan hertim çeperên artêş û binesaziya Sûriyê dike hedefa êrişên xwe.

Serepeyv