Emîr-Ebdullahiyan û Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê li Têhranê şêwirîn
Adar 05, 2022 17:06 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê di gel Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê civiya.
Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di serdana xwe ya Têhranê da û hevdîtina di gel rayedarên Komara Îslamî ya Îranê, roja Şemiyê çû Wezareta derve û tev Husên Emîr-Ebdullahiyan civiya.
Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê îro her wiha di gel Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê jî civiya.
Ev sêyemîn serdana Grosî bo Têhranê di dewleta Reyîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê da ye.
Bêhrûz Kemalvendî, Berdevkê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê jî got: Gotûbêjên navbera Îran ê û Ajansê îro dest pê dikin û çaverêtî heye ku mijarên gotûbêjê bi tamî bên venihêrandin.