Adar 03, 2022 22:06 Asia/Tehran
  • Celalzade: Îran li dijî şer û standartên dualî yên rojava û Amerîkayê ye

Serokê Komîsyona Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê hertim li dijî şer û sepandina pîvanên dualî ji aliyê rojava û Amerîkayê di mijarên curbicur ên navneteweyî de bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Xaniyê Millet, “Wehîd Celalzade” serokê Komîteya Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, roja Çarşemiyê li hevdîtineke virtual bi “Maria Yolanda Ferrer Gomez” berpirsa peywendiyên derve ya Parlamenta Kubayê, bal kişande ser geşedan û guhertinên dawiyê li Ukraynayê û got: Welatên ku îro ji bo şerê Ukraynayê hêsiran dibarînin, 8 sal in li hember tawan û kuştinên gelê bêguneh û zarokên mezlûm ên Yemenê bêdeng in.

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku welatên berxwedêr û serbixwe li hemberî daxwazên Amerîkayê serketî ne û got: Gelên qehreman ên Îran û Kûbayê mînaka zelal a berxwedanê li hemberî darê zorê ya Amerîkayê ne. "

Celalzade her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê û Kubayê bi hev re peywendiyên kûr hene û peywendiyên dîrokî û dij-îstikbarê derfeteke baş ji bo peywendiyên zêdetir li kom û rêxistinên navneteweyî ji du welatan re çêkiriye.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Kûbayê jî di hevdîtinên xwe yên navneteweyî de, bal kişand ser piştevaniya siyasî ya Îran û Kûbayê ji hevdû û li ser yekdengiya her du welatan sekinê û balkişand ser bikaranîna şiyanên heyî ji bo xurtkirina peywendiyan di warên curbicur de, bi taybetî di warê hevkariyên aborî.

Maria Yolanda Ferrer Gomez her wiha bi gotina vê yekê ku Amerîka ti rêz ji qanûn û mafên navneteweyî re nagire û got: Boykotên Amerîkayê yên li dijî Kûba û Komara Îslamî ya Îranê bi saya berxwedana gelên du welatan, Çran û Kuba bihêz kirine.

Serepeyv