Sibat 27, 2022 23:36 Asia/Tehran
  • “Baqirî Kenî” ji bo şopandina danûstandinan dê biçe Viyenê

Danûstandkarê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê ji bo şopandina danûstandinan diçe Viyenê.

Li gorî rapora Noor News`ê, Civata Bilind a Ewlehiya Netewî ya Komara Îslamî ya Îranê li civîna xwe ya dawî, bi pêdaçûna prose û encamên muzakirên Viyenê, li ser pêwîstiya cihanîna daxwazên qanûnî û mantiqî yên Îranê ku di nav xetên sor ên Îranê de ne, tekez kir: "Elî Baqirî Kenî Serokê Danûstandinan dê ji bo şopandina danûstandinan biçe Viyenê.

Li gorî vê raporê, Îran bawer e, ti sînorekî demê nikare rê li ber berdewamiya gotûbêjan bigire heya ku encamek û lihevkirinek baş çênebe û atmosfera medyayî ya derbarê bidawîhatina gotûbêjan divê ku neyê berçavgirtin.

Gera heştem a danûstandinên Viyenê li ser rakirina dorpêçên zordarane û neqanûnî yên li ser Îranê, piştî navbereke kurt ji bo biryardana siyasî, roja 8ê Sibata 2022an ji nû ve dest pê kir.

Serepeyv