Sibat 25, 2022 16:41 Asia/Tehran
  • Emîr sertîp Rehîmzade: Amadetiya hêzên çekdar ji bo şerên ihtimalî pêwîst e

Fermandarê Biryargeha Hevpar a Bergiriya Asimanî ya xatemul Enbiya (S) ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Amadetiya ji bo sekinîna li hemberî bûyer û şerên ihtimalî yên pêşerojê pêwîst e.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Emîr sertîp Qadir Rehîmzade, Fermandarê Biryargeha Hevpar a Bergiriya Asimanî ya xatemul Enbiya (S) ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li nav koma fermandarên leşkerî û intizamî yên bakurê rojavayê Îranê tevî tekeziya li ser ciyawazbûna pênaeya êrîşên roja îro di gel berê, got: Pergala pîroz a Komara Îslamî ya Îranê ji bo dewama serbilindiya neteweyî û iqtidara xwe ya navneteweyî hewcetî bi amadetiya giştalî di hemî waran da bi taybet warê leşkerî heye.

Fermandarê Biryargeha Hevpar a Bergiriya Asimanî ya xatemul Enbiya (S) ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi vê yekê ku teknolojiyên modern û pêşketî dê roleke berbiçav di şerên pêşerojê da hebin, got: Gişt hêzên çekdar bi taybet bergiriya asimanî divê bi awayê berdewam gefan bişopînin û şiyana pergal û amûrên xwe li gorî wan gefan xurt bikin.

 

 

Serepeyv