Sibat 25, 2022 09:46 Asia/Tehran
  • Serokomarên Îran û Rûsiyê li ser rewşa Ukraynê û gotûbêjên Viyenê axivîn

Ofîsa çapemeniyê ya Koşka Kremlînê ragihand: Ayetullah Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê di gotûbêja telefonî da derbarê rewşa gotûbêjên Viyenê û alûgorên herî dawî li Ukraynê axivîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Vladîmîr Pûtîn berêvara Pêncşemiyê di gotûbêja bi Reyîsî da, ew ji pêvajoya alûgorên Ukraynê û biryara ji bo cihanîna operasiyona taybet a leşkerî ji bo berevaniya ji niştecihên komarên Donbasê li gorî pîvanên navneteweyî û sozên Rûsiyê di lihevkirinên dostî û hevkariyê di gel komarên gelanî yên Donêtsk û Lûhanskê agah kr.

Di daxuyaniya Koşka Kremîlê da hatiye: Serokê Komara Îslamî ya Îranê jî ragihand ku nîgeraniya Rûsiyê di warê ewlehiyê da ji ber kiryarên nearamker ên Amerîkayê û Peymana NATOyê tên famkirin.

Reyîsî û Pûtîn derbarê hewildanên dîplomatîk ji bo parastin û cihanîna tam a Lihevkirina Navokî şêwirîn.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Serokkomarên Îran û Rûsiyê li gorî encamên civîna serokên du welatan di 19ê Çileya 2022an li Moskoyê, vîna xwe ji bo xurtkirina hevkariyên dualî di astên cûr bi cûr da dupat kir.

 

Serepeyv